Kakeyiyên Deşta Mûsilê pîrozbahiyê li Serok Barzanî dikin

Mexmûr-KDP.info- Kakeyiyan pîrozbahî berdewamiya wîlayeta serokê Herêma Kurdistanê dikin û radigihînin ku, biryara Encûmena Şûra ya Herêma Kurdistanê bi mana Serok Barzanî bi tevahiya desthilatên xwe, ew ji dil de dilxweş kirin, ji ber ku berdewamiya serok div ê rewşa dijwar û şerê terorê de pêwîstiyek e
Hejmarek zêde ji cemawer û xelkên kakeyî yên sînorê bajarokê Mexmûrê bo diyarkirina piştevanî û dilxweşiya xwe li hember biryara Encûmena Şûra ya Herêma Kurdistanê, kombûnek pêk anîn.
Ew piştî piryara encumenê ji ber xwe ve li gundê Sofiye kom bûn û wêneyên Serok Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê wek diyarkirina piştevaniya xwe, bilind kirin
Tê zanîn ku duhî, Encumena Şûra a Herêma Kurdistanê biryar da ku Mesûd Barzanî bi tevahiya desthilatên xwe di kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê de bimîne heta 2 salên din.
Kakeyî wê biryarê bi pêwîst dizanin û di nav wan xelkên kakeyî de ku li navçeya Xazir û Deşta Mûsilê de, jibilî diyarkirina dilxweşiyê ji ber rizgarkirina navçeyên wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, daxwaz dikin zû vegerin ser mal û halê xwe..






