25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komeleya Zehmetkêşan: Ev herêm bûye armanca hemû dagîrkeran..Lihev bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, ev kirîz bo wan bûye cihê dilgiraniyê, ji ber ku her kes dizane ku ev herêm bûye armanca hemû dagîrkerên Kurdistanê û li dijî wê radiwestin, lewma bo têknedana yekrêzî p aramî û pêşveçûnê, bila hemû alî lihev bikin.

Di peyamekê de ku ji malpera KDP.info re hatiye şandin, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê tekez dike ku ew jî wek aliyekî kurdî li Rojhilatê Kurdistanê, ku berdewam piştevaniya vê ezmûnê dikin, daxwaz dikin ku: Em dengê xwe têxin tenişt dengê hemû wan kes û aliyên ku dibêjin rewş hesas e û pêdagiriyê li ser tifaqê û lihevkirina niştimanî derbarê pirsgirêkan dikin.

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê wiha dibêje, her pêşhateyek li Herêma Kurdistanê bi başî yan xerabî bandore li ser hemû beşên din ên Kurdistanê dike. Em daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bi taybetî her 5 partiyên desthilat dikin ku ji bo berjewendî û destkeftên xelkê Kurdistanê û bi xatirê pûçkirina xewna dijminan, bigihên tifaqê.
 

Nûçeyên têkildar