Wezareta Dad: Biryara Encûmena Şûra îlzamî ye û pêwîst e hemû alî pêbend bin

Hewlêr-KDP.info- Derbarê mane û berdewambûna serokê Herêma Kurdistanê li ser kursiyê xwe hilbijartinên bê, berdevkê Wezareta Dadê ragihand ku, biryara Encûmena Şûra îlzamî ye û pêwîst e hemû alî pêbend bin, ji ber ku li ser daxwaza herdu aliyan e.
Berdevkê Wezareta Dade ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nerîman Talîb ji malpera KDP.info re ragihand: “Encûmena Şûra a Herêma Kurdistanê dikare biryara dirêjkirina dema serok bide, ji ber ku daxwaz jê hatiye kirin, lewma pêwîst e hemû alî pê pêbend bin, herwiha biryar îlzamî ye.”
Tê zanîn ku duhî, Encumena Şûra a Herêma Kurdistanê biryar da ku Mesûd Barzanî bi tevahiya desthilatên xwe di kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê de bimîne heta 2 salên din.




