26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fuad Husên: Civînên aliyên siyasiyên dê bi 2 qonaxên cuda pêk werin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, civîna Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li gel aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bi dû qonaxên cuda tê encamdan.

Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek da ragihand: “Civînên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li gel aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bi 2 qonaxên cuda tê encamdan.”

Li qonaxa yekem êvariya îro sêşem 18/08/2015 civîn li gel hêz û aliyê siyasiyên li nav Parlemen û Hikumeta Herêma Kurdistanê tê encamdan.

Li qonaxa duyem da li çend rojên pêş de, civîn li gel hêz û aliyên siyasiyên derveyê hikumet û Parlemenê tê encamdan.

Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18/08/2015
 

Nûçeyên têkildar