Dayika şehîdan li ofîsa parlamento daxwaza yekrêziyê dike

Soran-KDP.info- Dayika şehîdan (Ayişe) îro Sêşemê serdana ofîsa Parlamentoya Kurdistanê li Soran dike û peyamekê pêşkêşî aliyên siyasî dike.
Aşiqî Mela, Rêveberê Rêveberiya şehîd û Enfalan li Soranê ji KDP.info re ragihand: “Dayikê Ayişe ku wek dayika şehîdên Kurdistanê tê naskirin, serdana ofîsa Parlamentoya Kurdistanê dike û derbarê rewşa îro ya Kurdistanê û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û wan pirsgirêkên ku di nava aliyên siyasî de heye, peyamekê pêşkêş bike û daxwaza yekrêziya navmala kurdî bike, da ku xwîna şehîdan vala neçe.”




