Parêzgarê Hewlêrê: Parlementer ji cem xwe tiştan durist dikin

Hewlêr- KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê radgehand ku, parlementerên Kurdistanê ji frakesyonên cuda bi serbestî hatin û çûnê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de dikin, ew parlementerên ku dibêjin rêya hatina Hewlêrê li pêş wan hatiye girtin ”rast nabêjin.”
Newzad Hadî di daxuyaniyekê de ji radyoya Dengê Amerîkayê re got: “Parlementer ji ber xwe tiştan drust dikin, biryara wan a siyasî ya pêşwext jî heye.”
Derbarê çawaniya bêdengbûna îdareya hewlêrê beramber propegendaya ku hin parlementer li dijî wan dikin, Newzad Hadî got: “rewş bixwe hestiyar e û tehemula şikat û şikatkariyê nake.”
Hinek dezgehên medyayî yê Başûrê Kurdistanê belav kirine ku, tohmeta terorê li ser 3 parlementerên Komela Islamî ya Kurdistanê ye, lê Newzad Hadî ev yek red kir û diyar kir ku, eger tiştek wiha heba dê ew parlementer radestî dadgehê hatiba kirin.




