Şandeyek ji Bexdayê serdana Hewlêrê dike

Hewlêr-KDP.info- Li şûna ku şandeyeke Kurdistanê serdana Bexdayê bike, bi mebesta gotûbêjkirina dosyaya petrolê, dê şandek ji hikûmeta navendî serdana Hewlêrê bike.
Parlementerê Kurd li Bexdayê Erdelan Nûredîn di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, biryar bû şandeyeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, ligel berpirsên payebilind ên Iraqê jî nakokiyên derbarê petrol û budceyê de gotûbêj bikin, lê niha dê şandeyek ji Bexdayê wê serdanê encam bide.
Li gor wî parlementerî, ev guhertina ku di pirsa danûstandinan de çêbûye, piştî serdana şandeya Amerîkî bo Hewlêrê tê.
Beriya çend rojan cîgirên nûnerê taybet ê Serokê Amerîka, Barack Obama, bo hevpeymaniya navdewletî, Brett Mkgork, serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel berpirsên payebilind civiya bû.




