25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berbijêrê serokatiya Amerîka: Kurd baştirîn hevpeymanê me ne..Iraq dê perçe bibe

Çavkanî: KDP.info

New York-KDP.info- Berbijêrê bo kursiyê serokatiya Amerîkayê ji partiya Komarî John Kasîç di wê baweriyê de ye ku di baştirîn rewş de, encama rewşa Iraqê û helmeta navdewletî li dijî DAIŞê, perçekirina Iraqê ye.

Di bersiva pirseke biryara Serokê Berê yê Amerîka Bûş bi êrişa ser Iraqê de, John Kasîç ji CNN re ragihand, beriya niha min nedixwest xwe nêzîkî pirsa Iraqê bikim, lê wek ez niha dibînim, di dawiyê de Iraq bi aliyê perçekirinê bo sê perçan ve diçe.

Wî berbijêrê serokatiya Amerîka wiha got, gerek me hêza xwe ji Iraqê venekişandiba û mana hêzê li cihekî pêwîst bû.

John Kasîç wiha got, kurd hevpeymaniyê me yê baş in, erkê me ye ku em di hinek pirsan de alîkariya wan bikin û li hember Tirkiyê hevsengiyê rabigirin, eve w mijar e ku piştre dê ji bo me bibe pirsgirêk.

Nûçeyên têkildar