26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îmad Ehmed û konsulusê berîtanî civiyan

Çavkanî: KDP.info

Roja 16ê vê mehê, Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Karwan cemal cîgirê berprisê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, pêşwazî li Kris Bawer konsulusê berîtaniyayê yê herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de, têkeliyên herêma Kurdistanê digel Berîtaniyayê hatin nirxandin û her du aliyan tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên navbera London û Hewlêrê yên di hemû waran de kir.

Konsulusê Berîtaniyayê tekîd li ser berdewamiya têkeliyên siyasî û abûrî kir û got ku di dema du salên borî de astê hilbirînê ji aliyê şîrket û kompaniyên berîtanî ve li herêma Kurdistanê guhaye yek milyar dînar û: ”Evy ek jî sedemê siyaste hikûmet û afrandina aqarekî minasib bo karê hilbirînê li herêma Kurdistanê ye.”

Şandeya berîtanî herwesa behsa têkeliyên di warê xendin û zanîngehan de kir û got ku, hijmareke baş a xwendekarên kurd, di çarçoveyê bernameyê geşepêdana şiyanan de, li zanîngehên berîtaniyayê dixwînin û herwesa zanîngehên berîtanî jî dixwazin li herêma Kurdistanê liqên xwe vekin.
 

Nûçeyên têkildar