26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sibe hemû aliyên siyasî dicivin..Serok Barzanî beşdar nabe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bepirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed ragihand ku, sibe saet 15:00 civîna partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên ku di Hikûmetê û parlamentoyê de beşdar in, li Hewlêrê birêve diçe û dê hewl werin dan da ku bigihên tifaqekê.

Mehmûd Mihemed wiha got: “Civîn dê li ser asta bilind a partiyên siyasî be, lê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê de beşdar nabe. Herwiha civîn dê li ser asta bilind a berpirsên Goran, YNK, PDK, Yekgirtû û Komela Îsamî û nûnerên parlamento aliyên neteweyî û olî bin.”

Mihemed wiha domand: “Hemû hewlên me bo gihîştina tifaqekê ye li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê. Xalên hevbeş û xalên nakok di nava aliyên siyasî de hene.”

Wî endamê Polîtburoya PDK ragihand: “Emê hewl bidin ku xalên hevbeş cuda bikin û xalên ku em li ser wan nakok in, li ser bisekinin, kun as bikin kîja xal çareser dibe û kîja xalê jî li ser bigihêne rêkeftinekê.”

Nûçeyên têkildar