26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Cîgirê Serokê Parlamentoyê li gorî desthilatên xwe daxwaza dirêjkirina serokatiyê kiriye”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoyê hûrgiliyên şawaniya derketina biryara Encûmena Şûra ya Herêma Kurdistanê radigihîne, ku tê de mana Serok Barzanî bi tevahiya desthilatên xwe li ser kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye. Ji aliyê xwe ve Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê dibêje, Encûmena Şûra dikare yasayê derxîne, lewma Cîgirê Serokê Parlamentoyê li gorî desthilatên xwe daxwaza dirêjkirina serokatiyê ji Wezareta Dadê kiriye.

Di daxuyaniyekê de Ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoyê ragihand ku, Cîgirê Serokê Parlamentoyê li gorî desthilatê xwe daxwaza dirêjkirina serokatiyê ji Wezareta Dadê kiriye.

Ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoyê ragihand: “Li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Encumena Şûra civiya. Di wê civînê de biryar hat dan: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser kursiyê xwe bimîne heta 2 salên din.”
Ji aliyê xwe ve, Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd di daxuyaniyekê de ragihand: “Encumena Şûra dikare yasayan derxîne. 2 nêrîn hebûn, lewma pêwîst bû ew encûmen li gorî şarezabûna xwe bersiva wan pirsan bide.”

Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê di bersiva daxwazên Serokatiya HerêmaKurdistanê û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de û li gor benda 9 a yasaya hejmar 14 a Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê ya sala 2008an ev biryar standiye.

Encûmena Şura li gor yasaya hejmar 13 a yasaya Wezareta Dadê ya sala 2007an ji aliyê îdarî ve ketiye ser Wezareta Dadê ya Herêma Kurdistanê. Ev encûmen erk, kar, armanc û pêkhateyên wê li gor yasaya hejmar 14 a yasaya Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê ya sala 2008an dubare hatiye rêxistinkirin û karên xwe cîbicî dike.
 

Nûçeyên têkildar