26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê bo perlemanterekî: Bi belgeyan tiştî her eşkere bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî îdiaya paralamenterkî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) a “ji Kurdistanê bi awayekê veşartî petrol tê hinardekirin” red kir û got, eger di destên wan de belge hebin bila eşkere bikin.


Parlamenterê YNKê Îzet Sebir di daxuyaniyeke de wiha îdia kiribû: “Şirketek a petrolê ku nav û cihê wê ne diyar e, 2 mehên petrola Herêma Kurdistanê hinarde dike. Haya Serokê Herêma Kurdistanê jî ji vê yekê heye.”

Herwiha Îzet Sebir gotibû, ew nizane dahatên petrolê diçe ji kê re.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî îdiaya wî perlemanterî red kir û wiha got: “Heger niyeta wî parlameterî qenciye, bila navê wê şirketa behs dike û belgeyan eşkere bike.”

Sefin Dizayî amaje kir ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî zelal tê kirin û şirketên li Herêma Kurdistanê dixebitin hemû jî di cîhanê de navûdengin û qezenca wan jî di borsaya cîhanê de cih digirin.

Dizayî wiha domand: “Haya çend navendên navnetewî û saziyan ji prosedurê heye. Haya Herêma Kurdistanê, Bendera Ceyhanê û şiketên bikir jî ji pêvajoya hinardekirinê heye. Ji ber vê yekê jî, hemû tişt zelal tê rêvebirin. Ew îdia ji rastiyê dûr e.”

Herwiha Dizayî got, hemû belgeyên fermê li Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê hene û ti girêdayî Serokatiya Herêma Kurdistanê bi vê yekê re nîne.
 

Nûçeyên têkildar