26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmergeyekî dêrîn: PDK pêwstiyeke neteweyî bû..Hemû alî di bin çetra neteweyî de kom dikirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Pêşmergeyê dêrîn Hemîd Efendî ragihand ku, PDK wek hizbekî geş e û girîngiyê dide hemû ol û aydlojiyayên cuda. Ji pêkvejiyanê hez dike. Lewma hemû serweriyên dîrokê ji PDKê re vedigerin, herwiha PDK ji aliyê neteweyî ve ji hemû aliyên siyasî zêdetir xebat xiriye.

Hemîd Efendî ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK li ser pêwîstiyeke neteweyî dirust bûye. Yek ji pêdviyên dîrokê ye. Karî hemû aydiyan di bi yek çetrê de kom bike, ew jî çetra parastina welat û neteweyê ye. PDK xwe wek xwediyê vî gelî dibîn û li ser asta naxwe û derve hisab jê re tê kirin, herwiha xwedî cemawerekî mezin e, hemû serwereyên dîrokê ji PDKê re vedigerin.”

Wî pêşmergeyê dêrîn wiha got: “Diruşmên PDK wek mercên siyasî dihatin bilibdkirin. PDK wek hizbekî geş e û girîngiyê dide hemû ol û aydlojiyayên cuda. Ji pêkvejiyanê hez dike. Lewma hemû serweriyên dîrokê ji PDKê re vedigerin, herwiha PDK ji aliyê neteweyî ve ji hemû aliyên siyasî zêdetir xebat xiriye. Berdewam hewlê serkeftinên neteweyî bo kurd dida, tenê PDK girîngî bi neteweya kurd dida. Baweriya PDK bi yekrêzî û yekgirtina neteweyî heye. Ji destpêka avakirina xwe ve, PDK ji hemû aliyan zêdetir asayişa neteweyî xistibû ser milê xwe, herwiha ji wê demê de jî PDK hewla vê demokrasiya ku niha li Herêma Kurdistanê heye, dida.”
 

Nûçeyên têkildar