“Peyama Serok Barzanî erênî ye û di dema xwe de ye”

Hewlêr-KDP.info- Serokê Bereys Turkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand, peyama Serok Barzanî ya îro erênî ye û di dema xwe de ye.
Aydin Merûf, Serokê Bereys Turkmanî di Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bo wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî bi hev re kom bibin û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê çareser bikin, pir erênî ye û dê bandora xwe jî hebe.”
Marûf wiha got: “Pêwîst e aliyên siyasî ji hinek daxwazên xwe bên xwarê û tifaqek çêbibe, ji ber ku Herêma Kurdistanê di kirîzeke aborî mezin de ye, lewma divê bilez rêkeftinek çêbibe.”
Serokê Bereys Turkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand, peyama Serok Barzanî ya îro erênî ye û di dema xwe de ye û bi baweriya min dê hemû aliyên siyasî bi erênî werbigirin.




