26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nivîskar û rojamevan: Peyama Serok Barzanî pir girîng bû û hêncet ji kesî re nehişt

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Serok Barzanî peyamet belav kir û rojmevan û nivîskar jî dibêjin ew peyam bo aramkirina rewşa Herêma Kurdistanê pir girîng bû û dibêjin ew peyam diyar û eşkere ye, lewma niha berpirsyaretî di histê aliyên siyasî de ye.

Nivîskar û Rojnamevan Arif Qurbanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew peyam pir girîng bû û di cihê xwe de bû, ew peyam daxwazeke bo hilgirtina berpirsyaretiyê ye bi awayekî hevbeş ji aliyê hemû aliyên siyasî, ku hemû bi hevre çareseriyekê ji vê pirsê re bibînin. Wê peyamê ti hêncetek ji kesî re nehişt ku aliyek aliyê din tohmetbar bike. Ew partiyên siyasî çi biryarê bidin Serok Barzanî dê pêbend be. Heta eger bêjin bila serokatiya Herêma Kurdistanê nemîne jî dê Serok Barzanî bi wê biryarê pêbend be.”

Ji aliyê xwe ve, Nivîskar û Rojnamevan Simko Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Peyama Serok Barzanî pir baş bû, hêvîdar im di van çend rojên bê de aliyên siyasî bigihên rêkeftinekê û wê pirsê çareser bikin.”

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ragihand û tê de got: “Ji bo derbasbûn ji vê krîzê, daxwaz ji hemû partiyên di nava hikûmet û  parlementoyê û ew yên ku mohleta wan ya yasayî heye dikim ku, beriya 20ê Tebaxê bicivin û her tiştê bibaş bizanin û bo berjewendiya welat û bidawîanîna krîzê ye, biryar li ser bidin ji bo ku were cîbicîkirin. Daxwaz ji Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo wê mebestê hevahengiya pêwîst encam bide.”

Nûçeyên têkildar