26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sîdekan.. Ji ber baregehên PKKê 100 gund vala bûne

Çavkanî: KDP.info

Sîdekan-KDP.info- Ji ber nearamiya navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û hebûna binke û baregeyên PKKê li gund û cihên sivîlan, ji nava 250 gundên Sîdekan, 100 gund mane bê avedankirin. Xelkê wan navçeyan jî daxwaz dikin ku PKK gundên wan vala bike da ku ew vegerin ser gund cihên xwe.

Karwan Kerîm Xan Rêveberê Nahiyeya Sîdekan ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber nearamiya navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û hebûna binke û baregeyên PKKê li gund û cihên sivîlan, ji nava 250 gundên Sîdekan, 100 gund mane bê avedankirin.”

Kerîm Xan wiha got: “Welatiyên wan gundên ku hatine valakirin, û yên gundên wan nêzîkî wiring jî daxwaz dikin aramî dirust bibe û binke û baregehên PKKê jig und û cihên welatiyan werin dûrxistin, da ku welatî nebin qurbanî û eger rewşa wan deveran wisa bimîne pir zehmet e ku xelk vegerin ser mal û hale xwe, lewma em berdewam daxwaz dikin ku baregeyên PKKê werin dûrxistin.”

Karwan wiha domand: “Bi awayekî giştî di 2 hefteyên borî de rewşa navçeyên sînorî aram bûye û ti aoziyek derneketiye.”

Nûçeyên têkildar