25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: PDK tifaqê û bihêzkirina yekrêziyê dixwaze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbîruya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku, PDK ligel tifaqê ye û bihêzkirina yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwaze, herwiha dibêje dibê hemû aliyên siyasî kar bikin bo aramiya Kurdistanê û parastina destkeftên gelê Kurdistanê.

Fazil Mîranî Sekreterê Polîtbîruya PDKê îro li Selahedîn pêşwazî li Bapîr Kamela Sekreterê Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ûIraqê hat kirin.

Di wê hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya xwe û serkirdatî û alîgirên partiya xwe gihand serkirdatiya siyasî ya PDKê bi boneya 69emîn salvegera damezrandina PDKê û hêvî xwest ku PDK her di geşekirinê de be û zêdetir xizmeta gelê Kurdistanê bike.

Di wê hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û ew kirîzên aorî yên ku rastî Herêma kurdistanê hatine kirin û herdu alî yeknêrîn bûn ku divê ew pirs bi rêya yekrêziyê çareser bibin.

Mîranî ragihand ku, PDK ligel tifaqê ye û bihêzkirina yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwaze, herwiha dibêje dibê hemû aliyên siyasî kar bikin bo aramiya Kurdistanê û parastina destkeftên gelê Kurdistanê.
 

Nûçeyên têkildar