Elî Qazî: Heta alî rênekevin ez ji parlementoyê dernakevim

KDP.info-Hewlêr- Kurê Serokomarê Kurdistanê, pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî wek helwestekê beramber rênekeftina aliyên siyasî li Kurdistanê derbarê pirsa serokatiyê de, li Parlementoya Kurdistanê ket grevê de.
Îro Yekşemê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Elî Qazî Mihemed, li hola Parlementoya Kurdistanê û li pêş wêneyê Barzaniyê Nemir, ji bo derbirîna nerazîbûna xwe ji krîza Siyasî ya li Herêma Kurdistanê, hetiye grevê.
Elî Qazî Mihemed diyar kir ku, wî serdana ti aliyekî siyasî nekiriye û ew serdan jî nake, ew tenê dixwaze peyamekê bigehîne aliyên siyasî ku Başûrê Kurdistanê mala hemûyan e “eger Başûr jî têkbiçe dê Kurd li ber destan bimîne.”




