25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzerên Kurdistanê piştgiriya peyama Serok Barzanî dikin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê piştgiriyê dide peyama Serokê Herêma Kurdistanê, herwiha daxwazê ji aliyên siyasî dike ku, vegerin bo serweriya yasayê û berjewendiya bilind a gel berçav bigrin û lihevkirinê wek bingeh bikar bînin.

Sendîkayê di daxuyaniyekê de tekez dike ku, baştirîn çareser bo krîza wîlayeta Serokê Herêma Kurdistanê “lihevkirin” e.

Parêzerên Kurdistanê amaje bi berxwedana Pêşmergeyan li dijî terorîstên DAIŞê û krîza darayî ya li Herêm Kurdistanê dikin, diyar dikin jî ku, her cudabûnek dê karesatên mezin li pey xwe bîne û wê demê dê çareserî ji dest biçin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de îro Yekşemê daxwaz ji aliyên siyasî kir ku beriya 20ê Tebaxê lihev bicivin û baştirîn çareserî ji krîza siyasî re pesend bikin.

Nûçeyên têkildar