Deriyên herêma Kurdistanê ji kompanên Şarîqe re vekiîne

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja 17.10.2012ê li bajarê Hewlêrê, digel şandeyeke aborî û bazirganîya mîrgeha Şarîqe bi serokatiya şêx Soltan bin Ehmed Qasimî serokê konseya mediyaya Şarîqe û cîgirê civata neftê civiya.
Di civînê de ku, Sînan Çelebî wezîrê bazirganiyê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, behsa xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û mîrgeha Şarîqe hat kirin.
Şandeya mêvan behsa destpêkirina geştên asîmanî di navbera herêma Kurdistanê û Şarîqe bi rêya şirketa (Alerebiye) de û beşdarîkirina bazirganên Şarîqe di pêşangeha navdewletî a Hewlêrê de kir.
Nêçîrvan Barzanî di axavtinekê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze ev pêngava mîrgeha Şarîqe avêtî destpêka peywendiyên domdirêjên navbera Kurdistan û Şarîqe be. Barzanî got jî ku, deriyên herêma Kurdistanê ji kompanî û şirketên Şarîqe re vekiîne û dikarin sud ji herêma Kuridstanê werbigirin bo çûna nav bazarê Îraqê.
.




