Mehsûm bo Serok Barzanî: Bo çareseriya kirîza Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hikmeta Serok Barzanî heye

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm rojbûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û salvegera damezrandina Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) pîroz kir û ragihand, hêvîdar im salvegera damezrandina PDK a têkoşer derfeteke girîng be bo da ku bi hikmeta Serok Barzanî hemû hewl koşeş zêdetir bibin û bo dîtina çareyekê bo vê kirîza ku rastî Herêma Kurdistanê hatiye.
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm bi rêya peyameke 69emîn salvegera PDKê pîroz kir û daxwaza kir ev yek bibe helkefta çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê.
Fûad Mehsûm diyar kir, PDK bi bedelên giran gihîştiye van rojan û pîrozbahî li alîgir û endamên wê kir.
Mehsûm anî ziman, niha pêwîstiya kurdan ji hemû caran zêdetir pê yekîtî û hevkariyê heye û divê girîng ji bo vê yekê were dayîn.
Mehsûm wiha got: “Hêvîdar im salvegera damezrandina PDK a têkoşer derfeteke girîng be bo da ku bi hikmeta Serok Barzanî hemû hewl koşeş zêdetir bibin û bo dîtina çareyekê bo vê kirîza ku rastî Herêma Kurdistanê hatiye.”
Herwiha Serokomarê Iraqê rojbûna Mesûd Barzanî jî pîroz kir û ji bo wî û PDKê serkeftin xwest.




