Arif Ruşdî: Mana Barzanî daxwaza piraniya xelkê ye bo parastina destkeftên gelê me

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Polîtburoya PDK Arif Ruşdî ragihand ku, nabe parlamento siyaseta hinek aliyan birêve bibe, ji ber ku gerek erkê wê niha lîstina rolekê be di nêzîkirin û gehîştin bi tifaqekê di navbera aliyan de. Herwiha dibêje, mana Serok Barzanî bo xula sêyem daxwaza piraniya xelkê ye û pêwîstiya qonaxê ye.
Arif Ruşdî Şêwirmendê Polîtburoya PDK ji malpera KDP.info re ragihand: “Nabe em kareke wisa bikin ku dîrok û xebata xwe bixin perawêzê de, lêwma divê berjewendiya bilind a gel û welat di ser her tiştî bi hoşyarî rewşa niha a Kurdistanê binirxînin. Divê hemû alî dest ji berjewendiya partî berdin, bo parastina destkeftên Herêma Kurdistanê.”
Şêwirmendê Polîtburoya PDK Arif Ruşdî ragihand ku, “nabe parlamento siyaseta hinek aliyan birêve bibe, ji ber ku gerek erkê wê niha lîstina rolekê be di nêzîkirin û gehîştin bi tifaqekê di navbera aliyan de. Herwiha dibêje, mana Serok Barzanî bo xula sêyem daxwaza piraniya xelkê ye û pêwîstiya qonaxê ye.”




