26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Divê aliyên siyasî bi daxwaz ji Serok Barzanî bikin heta serxwebûnê bimîne”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê û Fermandarê Hêza PAK Hisên Yezdanpena ragihand ku, eger Serok Barzanî bi xwe jî daxwaz bike ku dest ji kursiyê serokatiyê berde, divê aliyên siyasî bi xwe daxaz ji bikin ew bimîne serok heta serxwebûna Kurdistanê.

Hisên Yezdanpena Cîgirê Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê û Fermandarê Hêza PAK ji malpera KDP.info re ragihand: “Mana Serok Barzanî li ser kursiyê xwe pêwîstiyek e bo Kurdistanê, ku gerek hemû aliyên siyasî vê yekê li ber çav bigirin û daxwaza mana wî bikin.”

Yezdanpena wiha got: “Piraniya kurdan di şerê li dijî DAIŞê de ne ku şerekî mezin û çarenivîsaz e bo Rojhilata Navîn, dibê ev derfet ji dest neçe û em xwe bihêz bikin û dûrkefin ji lawaziyê.”

Cîgirê Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê û Fermandarê Hêza PAK wiha domand: “Li Başûrê Kurdistanê miletê kurd ev nêzîkî salekê ye ku qutê xelkê ji aliyê Bexdayê ve hatiye birîn û ji aliyekî din ve rastî êrişa terorîstên DAIŞê hatiye, lewma ez bi baş nabînim ku aliyên siyasî aloziyan derxînin û vê rewşê baş fêm bikin.”

Hisên Yezdanpena wiha got: “Serok Barzanî ne tenê serkirdeyekî xwedî karîzma ye bo kurd lê belê serkirdeyekî yasayî ye bo Başûrê Kurdistanê û kar kiriye bo derbasbûna Herêma Kurdistanê bo qonaxa dawî ji pirsa neteweyî û karê deplpmatîk û kargêrî û siyasî kiriye. Eger Serok Barzanî bi xwe jî daxwaz bike ku dest ji kursiyê serokatiyê berde, divê aliyên siyasî bi xwe daxaz ji bikin ew bimîne serok heta serxwebûna Kurdistanê.”

Yezdanpena ragihand: “Pêwîstiya kurdan bi serokekî heye ku % 100 xwedî desthilat û desthilatekî reha jî be. Da ku welat ji vê kirîzê û perçebûna rizgar  bike.”

Nûçeyên têkildar