26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê hikûmetê digel sandîkaya rojnamevanan civiya

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja çarşemiyê (16.05.2012) Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel sekreter, cîgirê sekreter û endamêm komîteya karger a sandîkaya rojnamevanên Kurdistanê civiha.

Di civînê de, heyeta sandîkaya rojnamevanên Kurdistanê behsa kar, çalakî û xebatên xwe kir û ew pirsgirêk û arîşeyên rastî rojnamevanan tên li herêma Kurdistanê û çewaniya çareserkirina wan pirsgirêkan berçav kirin. Yasayê karê rojnamegeriyê û teamila saziyên hikûmetê digel rojnamevanan mijarên din yên civînê bûn.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de piştevaniya xwe û hikûmetê bo kar û xebatên sandîkaya rojnamevanan diyar kir û got:

- Li ser her pirseke peywendî bi rojnamevanan û karê rojnamegeriyê ve hebe, dê hikûmeta herêma Kurdistanê teamilê digel sandêkaya rojnamevanên Kurdistanê bike. Hikûmet bi fermî sandîkaya rojnamevanan li herêma Kurdistanê nas dik û gudariya dîtin û raporên sandîkayê bik.

- Rojnamevan weke çavdêr li ser kar û xebatên hikûmetê, di ber bi pêşvebirina pirosesa demokrasiyê û nehêlana gendeliyê de dikarin roleke giring bilîzin û di vî warî de dikarin bi awayekî gelek baş hevkariya hikûmetê bikin.

Serokê hikûmtê daxwaz ji sandîkaya rojnamevanan kir ku di warê pîşeyî de zêdetir aktîv bin û cîyê baweriyê bin.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got ku, Kurdistan di qonaxeke întîqalî de derbas dibe:

- Di vê qonaxê de, weke hemû warên din yên jiyanê li herêma Kurdistanê, warê rojnamevaniyê jî rastî gelek kêmûkasî û pirsgirêkan tê, ev yek jî di qonaxeke wusa de normal e. Teşhîr û bişexsîkirina gotaran ku, li hindek kanalên mediyayê de heye, her ji vê qonaxa întîqalî çavkaniyê digire. Lê hêdî-hêdî rewş ber bi başiyê diçe û êdî xelik dizane rastî çîye û direw, teşhîr û bişexsîkirina babetan jî têdigehin.

Di dawiya civînê de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê razîbûna xwe ji bo avakirina avahiyekî nû bo baregayê sandîkaya rojnamevanên Kurdistanê nîşan de.
 

Nûçeyên têkildar