Hatina PDK werçerxaneke dîrokî bû li herçar perçên Kurdistanê..Bizava kurd bû daxwzeke neteweyî û kurdistanî

Hewlêr-KDP.info- Dr. Xelîl Etruşî xwedî diktora di ware dîokê de, di 69emîn salvegera PDK de dibêje, bi damezrandina PDK bizava rizgarîxwaza kurd ji daxwaza navçegeriyê bo daxwazeke neteweyî û kurdistanî, hat guhertin.. Herwiha bi damezrandina PDK bereyeke yekgirtî ji xebat û têkoşînê li kurdistanê peyda bû ku hemû xebatkar û têkoşerên kurd bi hemû hizrên cuda xebat di bin siya PDKê de kirin.
Mamostayê Zanîngehê û xwedî birwanameya diktora di ware dîrokê de Dr. Xelîl Etruşî ji malpera KDP.info re ragihand: “Damezrandina PDK sala 1946 vejîneke dîrokî bû di qonaxên bizava rizgarîxwaza kurdî de li herçar perçên Kurdistanê, xebat û berxwedana miletê kurd ber bi qonaxeke pêşkeftîtir bir, ku bo cara yekê ye partiyekî kurdî karî hemû çînên civakê di nava bernameya 1 partiyê de kom bike, herwiha wek cara yekemîn car bû ku karî hizir û aydyolojiyên cuda li nava xwe de kom bike û xebatê bo yek armancê bike.”
Dr. Xelîl Etruşî wiha got: “Bi damezrandina PDK bizava rizgarîxwaza kurd ji daxwaza navçegeriyê bo daxwazeke neteweyî û kurdistanî, hat guhertin.. Herwiha bi damezrandina PDK bereyeke yekgirtî ji xebat û têkoşînê li kurdistanê peyda bû ku hemû xebatkar û têkoşerên kurd bi hemû hizrên cuda xebat di bin siya PDKê de kirin.”
Ji aliyê xwe ve, rojnamevan Dilovan Cemîl li ser vê rojê ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK di serî de jî bi xebat û têkoşanê hat meydanê û di ber mafê gelê kurd de şoreş berxwedan kir. Damezrandina PDK we rimekî bû di nava çavê dijminan de. Her di wê rojê de Xwedayê mezin diyariyeke pir binirx pêşkêşî PDKê û gelê kurd kir ku ew j Serok Barzanî bû, ku heman temenê xwe bo miletê kurd kir qurbanî heta bighê mafên xwe yên rewa û bi wan mafan şad bibe. Dîroka PDK pir e serwerî û qurbanîdan ji destpêka avakirina xwe heta roja îro, ku gel li pişta wê ye. PDK ew partî ye ku xwedî 2 şoreşan e (Îlon û Gulan) ku gelê kurd geş kir, herwiha PDK xwedî raperîna 1991 ku Kurdistan rêk xist, PDK xwedî serokekî jêhatî ye, ku bi siyaseta xwe ya hekîmane bûye endazyarê aramiya navmala kurd û nasandina gelê kurd di nava hemû cîhanê de.”
Herwiha bi vê boneyê, Wehîd Seîd ji bajarê Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “16 Tebaxê rojeke pîroz e û vejîneke dîrokî ye di dîroka gelî kurd de, jidayikbûna PDK ew partiya ku li ser destê Barzaniyê bab hatiye hebûnê, kariye serkeftinên mezin tomar bike û kurdan ji cîhanê re bide naskirin. Li ser destê PDK em bûn xwedî hikûmet û parlamento û piştre PDK ket qonaxeke din ji xebat û xizmeta xelkê Kurdistanê de, eger ne ji PDK û Serok Barzanî ba ev hemû destkeft bi destê me ve nedihatin.”
Herwiha Kargêrê Liqa 22 ya PDK li Germiyanê Rehêl Caf ji malpera KDP.info re ragihand: “16 Tebaxê, roja jidayikbûna Serok Barzanî û 69emîn salvegera damezrandina PDK, dîrokek bû, ji ber ku PDK û barzaniyan roleke mezin di xebata gelê kurd de dîtin, ku ji bo mafê gelê kurd gellek xebat û têkoşan kirine û gellek qurbanî dane.”




