Dilşad Şeiban: Goran belgeyan bi mebesta xapandinê belav dike

KDP.info-Hewlêr- Piştî ku medyayên ser bi Tevgera Goranê ve belavkirin ku, sedema paşketina parvekirina mûçeya fermanberan ew bû ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 50 milyon dolar daye kompaniyaya DanaGas, bi wan pereyan jî şikest aniye, Cîgirê Serokê Komîteya Petrol û Gazê li Parlementoya Kurdistanê got, arîşeya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyaya DanaGas de hê temam nebûye, ez mizgîniyê didim xelkên Kurdistanê jî ku, dê dadgeh di berjewendiya Kurdistanê de biryarl bide.
Dilşad Şeiban di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, belgeyên ku ji aliyê medyaya Goranê ve hatiye belavkirin “xapandine.”
Navborî tekez kir ku, sedema paşketina mûçeyê veguherîna dolar bo dolar e, ew prose jî zehmet e, niha jî hikûmet hewla çareserkirina wê arîşeyê ligel banka navendî dide.
Şeiban diyar kir ku, ji ber ku ew siyaseta serkeftî ya firotina petrolê ji aliyê PDK ve hatiye dariştin, lewma aliyên din dixwazin wê serkeftinê têk bidin.
Dilşad Şeiban eşkere kir ku, pêwîstiya mûçeya fermanberan bi 750 milyon dolar heye, lewma eger ew 50 miyon dolar jî bête dayîn, nabe sedema paşketina mûçeyê.




