26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya banga Kosret Resûl dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di peyamekê piştevaniya banga Cîgirê Yekem ê Sekreterê YNK Kosret Resûl bo rêkeftina aliyên siyasî, kir. Herwiha ragihand ku pirojeya Cîgirê Duyem ê Sekreterê YNK Berhem Salih dikare bibe bingeha gotûbêjan bo gihîştin bi tifaq û yekrêziya ku xelkê Kurdistanê û dostên me daxwaza wê dikin.

Ev jî tekesta peyama wî ye:

Bi navê Xwedayê mezin û mîhrevan
Xelkê xweştevî yê Kurdistanê
Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê

Îre Cîgirê Yekem ê Sekreterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl di peyamekê de daxwaza tifaqê ji hemû aliyên Kurdistanê kir û piştevaniya xwe bo pirojeya Cîgirê Duyem ê Setreterê Giştî yê YNK Berhem Salih ragihand.

Em piştevaniyê li wê peyama Kosret Resûl dikin bo pêkanîna tifaqê û em tekez dikin ku PDK hewlek mezin daye bo yekrêziya niştimanî û dirustkirina tifaqekê, û niha jî tekez li ser parastina yekrêziya dike û em di wê baweriyê de ne ku hevpeymaniya me ya çendîn sal ligel YNK, erkekî mezintir dixe ser milê herdu aliyan bo avakirina tifaq û yekrêziyeke nûyî siyasî û niştimanî li Kurdistanê.

Di heman demê de, em di wê baweriyê jî de ne ku pirojeya Berhem Salih dikare bibe bingeha gotûbêjan bo gihîştin bi tifaq û yekrêziya ku xelkê Kurdistanê û dostên me daxwaza wê dikin.

Nûçeyên têkildar