26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka lêkolînê li ser bikaranîna çekên kîmiyayî li dijî Pêşmerge dike

Çavkanî: KDP.info

Amerîka-KDP.info- Asayişa Neteweyî ya Amerîkayê lêkolîn li ser bikaranîna çekên kîmiyayî ji aliyê DAIŞê li dijî Hêzên Pêşmerge dike.

Piştî belavbûna nçeya bikaranîna çekên kîmiyayî ji cureya Xerdel ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li dijî hêzên pêşmerge, rayedarên wezareta berevaniya Amerîkayê eşkere kirin ku ew hayedarê wan nûçeyanin ku behsa bikaranîna çekên kîmiyayî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li dijî hêzên pêşmerge ne.

Rayedarên Wezareta Berevaniya Amerîkayê herwiha eşkere kirin ku ev bûyereke gelek cidî û metirsîdare û niha aliyên tikildar yên Amerîkayê dest bi lêkolîneke berfire li ser vê bûyera han kirine.

Peyvdarê Wezareta Berevaniya Amerîkayê dibêje ku mimkune ew çakên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibin bikaranîn ji cureya xerdel bin û Amerîka niha di vê mijarê de meşxûlî komkirina zaniyariyên zêdetire.

Weke tê zanîn beriya du rojan terorîstên DAIŞê li mihwera Giwêrê li dijî hêzên pêşmerge çekên kîmiyayî bikar anîbûn û hijmareke pêşmerge rastî kêşeyên tendirostî hatibûn
 

Nûçeyên têkildar