Kosret Resûl: Bila em bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin..Tifaq çênebe emê ziyanan bibînin

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Sekerterê Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl derbarê qeyrana îro ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye ku têde dibêje: “Di vê demê de herêma me tûşî qeyranek yasayî û ezmûna hikumranî ya giran û zehmet bûye û jibo şareserkirina wê qeyranê demek zor li ber destê me nîne, lewra eger bi awayekî jîr mamele digel wê neyê kirin û piroseya Sazana Nîştimanî bi leztir nekin û pêkeve negihînin encameke guncaw bo nav malê Kurdî nekin, gelek zehmet e ku gelê me ezmûna ku li jêr wê barî alîkariyê bike.”
Resûl got: “Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê (YNK) herdem di qonaxên cûr bi cûr de yên xebatên bajêr û çiya de di demên hestyar de xwediyê piroje û bernameya serbixwe ya çareseriyê bûye û herdem xwe dûvikê tu hêz û aliyekî navxwe û derve ne dîtiye û bi xwe xwediyê biryara siyasî bûye û alîgirî bo kesekî pesend ne kiriye.”
Resûl ragihand ku, hemo alî digel çareseriyek guncaw û yekalîker in lê diyare her aliyek rewangeh û nêrînek xwe ya taybet bo arîşeyan heye, lê di rastiyê de bo gihîştina bi çareseriyê û cudahiyek ewnde mezin di navbera me de nîne eger hemo alî pîverê nîştimanî û netewî bikin nexşerêgeyek bo çareseriyê.
Li gor baweriya min bi mebesta gihîştina bi çareseriyek guncaw divê hemo alî sûdek baş ji pirojeya pêşniyarkirî yê birayê min Kak Dr. Berhem Salih ya di civîna Mekteba Siyasî yê Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê (YNK) ya roja (11.08.2015.`an) werbigrin ku piştî nirxandina wê bi piraniya dengên hevalên me hat pesend kirin.
Eve di demekê de ye ku, heyama Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê tenê 5 roj mane, lê heya niha aliyên siyasî negîştine tu çareseriyekê ji bo pirsê.




