Ocalan: Niha pêwîstî bi Serok Barzanî heye..Barzanî nebe dê doza kurd paşde here

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd Osman Ocalan ragihand ku, îro li Herêma Kurdistanê ji her demê zêdetir pêwîstî bi serokekî mîna Barzanî heye, eger ne ew serokê Herêma kurdistanê be, dê doza kurd li herçar perçê Kurdistanê paşde here, lewma ne pêwîst e aliyên siyasî gotûbêjê jî li ser wê mijarê bikin.
Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Ti welatiyekî Herêma Kurdistanê naxwaze ew xweşiya ku li Başûrê Kurdistanê heye, têk biçe. Herêma Kurdistanê rastî komek kirîz hatiye, ji wan jî niha di şerekî giran de ye li dijî DAIŞê, herwiha Hikûmeta Iraqê jî qûtê xelkê biriye, lewma pêwîstî bi serokekî bihêz heye.”
Ocalan wiha got: “Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi kesekî mîna Serok Barzanî û her hewldanek bo kêmkirina desthilatên serok jî gaveke nedirust e. Divê hemû alî piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê bikin da ku bikaribe Herêma Kurdistanê bigihîne kenareke aram û mafê kurdan bi dest bîne.”
Wî siyasetmedarê kurd wiha domand: “Herêma Kurdistanê navenda bizava neteweya kurd e, eger li Herêma Kurdistanê pirsgirêk û alozî hebin, ew yek bandoreke xerab li ser neteweya kurd li herçar percent Kurdistanê dike. Eger Serok Barzanî ne serokê herêmê be, dê doza kurd li herçar perçên Kurdistanê paşde vegere, lewma her pêwîst nake aliyên siyasî li ser vê mijarê danûstandinan jî bikin.”
Osman Ocalan wiha got: “Ji aliyekî din ve, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de diyar kir ku dive pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were çareserkirin, ku ew biryarê li ser bidin, rast e parlaman girîng e, lê derbarê vê yekê de dengê gel girîngtir e, xelk dikarin guhertinê li welat dirust bikin, lewma ez dibînim peyama Serok Barzanî peyameke girîng bû û di dema xwe de bû û ez bi hemû awayekî piştgiriyê lê dikim.”




