26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em nahêlin buhistek xaka Kurdistanê di bin destê teror û dijminan de bimîne

Çavkanî: KDP.info

Zûmar-KDP.info- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasima veşartina cenazeyên şehîdên êzîdî de ragihand, dê Şingal were rizgarkirin û dê bikeve ser Herêma Kurdistanê jî.

Îro cenazeyên 67 şehîdên êzîdî yên ku ji gorrên komî hatine derxistin, gihîştin devera Şerfedînê ya Şingalê. Cenazeyên wan şehîdan dê bi merasimeke fermî li Şerfedînê werin veşartin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di merasimê de beşdar bûye. Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û ragihand, Şingal dê were rizgarkirin û Şingal dê bê avedankirin û jiyan vegere wî bajêrî û Şingal dê vegere ser Herêma Kurdistanê. Em êş û azarên we jibîr nakin û berdewam ligel dezgehên hikûmetê kar li ser kêmasiyên we dikin.

Nêçîrvan Barzanî soz da ku, heta zarokek, kesek û jinek di destê terorîstan de mebe ewê kar bo rizgarkirina wan bikin, her ji bo wê yekê ofîseke hikûmetê li Dihokê vekirine û ji bo wê yekê karê baş hatiye kirin û spas ji xwedê re me heta niha bi wêriyê kariyr 2048 kesan ji wan rizgar bikin.

Nêçîrvan Barzanî kurdên êzîdî piştrast kir ku çi ji destê wan bê bo rizgarkirina keç û jinên êzîdî ewê bikin û derbarê wê yekê de texsîriyê nakin û wiha got: “Li ser asta navdewletî jî hewlên me berdewam in bo naskirina vê karesatê wek jenosîd. Rast e kurdên êzîdî rastî gellek karesatan hatine lê dîsa êzîdyatî û ol û çanda xwe li ser axa xwe diparêzin.”

Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Helbet ev pêkvejiyana ku tabloyeke ciwan daye Kurdistanê gerentiya mane û pêşkeftina zêdetir a Herêma Kurdistanê ye, lewma dive em pêkve kar bikin û hewl bidin ku êzîdî li navçeyên xwe nasname û çand û ola xwe biparêzin. Emê her wisa pêkve bin û pêkve bimînin.”

Ev jî tekesa wê gotarê ye:

Malbat û xuşk û birayên me yên êzîdî, gelê beşdar div ê merasîmê de yên hêza, hûn hemû bixêr hatin û silavên xwedê li we bin.

Îro em hemû li vir kom bûne da ku beşdarî bikin di merasîma vegerandin û veşartina termên pîroz ên 67 şehîdên me yên kurdên êzîdî, ku qurbanî yek ji dirindtirîn û mezintirîn tawanên dîrokê ne li hember mirovatiyê. Ev merasîme herwisa nîşanek e din ya xedir û mezlûmiyeteke mezin a li dijî gelê me yê kurd bi giştî û xuşk û birayên me yên êzîdî bi taybetî te. Ji ber ku ev tawana ku li hemberî van şehîdan û bi seda şehîdên dî li vê deverê hatiye kirin, carekê ji ber ku kurd bûn û carekê ji ber ku êzîdî bûne.

Tawanên ku li dijî malbatên me yên êzîdî hatine kirin, birîneke kûr e û ti carî nayê jibîrkirin û wisa bi hêsanî jî sax nabe, lê her wekî me di dîroka xwe de gellek caran qurbanî yên gellekî mezin dane, gellek caran dijminan fermana me dane û hewl dane me jinav bibin, vê carê jî, rast e dijminan birîneke dijwar li ser dilê me hemûyan dirust kiriye, lê dîsa wek hemi cara kurd û êzîdî jinav neçûn, em mane û ligel me, serkeftin û serbilindî mane..

Sibe jî bi saya xîna van şehîdan, bi saya qurbanî û rondik û xebat û têkoşîna malbatên me yên êzîdî û hemû pêşmergeyên qehreman, dê bigihên serkeftina mezin û dê Şingalê û hemû deverên din ên Kurdistanê ji dijminan rizgar bikin.

Em ne Şingalê û ne jî yek buhista axa Kurdistanê li ti cihekî di bin destê dijmin û terorîstan de nahêlin, pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê heta dawiyê, heta rizgarkirina Şingalê û hemû gund û deverên êzîdiyan û hemû axa Kurdistanê, dê li ser têkoşan û qurbanîdana xwe de berdewam bin.. Xwîna geş a van şehîdan û ah û nalîn û rondikên dayik û xuşikên me yên êzîdî dê bibin hêviya serkeftineke mezin bo hemû deverên êzîdiyan û bo hemû Kurdistanê bi giştî.

Em êş û zehmetî û sema û germa ku îro malbatên kurdên êzîdî di kampan de dibînin, em wan jibîr nakin û berdewam ligel dezgehên hikûmetê hewl didin ku rewşa wan baştir bikin, bi hêviya ku di demeke nêzîk de hemû deverên wan bên rizgarkirin û bi aramî û serkeftî vegerin ser mal û hale xwe û cih û warên xwe.
 

Nûçeyên têkildar