Nêçîrvan Barzanî: Şingal dê rizgar bibe û vegere ser Herêma Kurdistanê

Zûmar-KDP.info- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasima veşartina cenazeyên şehîdên êzîdî de ragihand, dê Şingal were rizgarkirin û dê bikeve ser Herêma Kurdistanê jî.
Îro cenazeyên 67 şehîdên êzîdî yên ku ji gorrên komî hatine derxistin, gihîştin devera Şerfedînê ya Şingalê. Cenazeyên wan şehîdan dê bi merasimeke fermî li Şerfedînê werin veşartin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di merasimê de beşdar bûye. Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û ragihand, Şingal dê were rizgarkirin û Şingal dê bê avedankirin û jiyan vegere wî bajêrî û Şingal dê vegere ser Herêma Kurdistanê. Em êş û azarên we jibîr nakin û berdewam ligel dezgehên hikûmetê kar li ser kêmasiyên we dikin.
Nêçîrvan Barzanî soz da ku, heta zarokek, kesek û jinek di destê terorîstan de mebe ewê kar bo rizgarkirina wan bikin, her ji bo wê yekê ofîseke hikûmetê li Dihokê vekirine û ji bo wê yekê karê baş hatiye kirin.
Nêçîrvan Barzanî kurdên êzîdî piştrast kir ku çi ji destê wan bê bo rizgarkirina keç û jinên êzîdî ewê bikin û derbarê wê yekê de texsîriyê nakin û wiha got: “Li ser asta navdewletî jî hewlên me berdewam in bo naskirina vê karesatê wek jenosîd. Rast e kurdên êzîdî rastî gellek karesatan hatine lê dîsa êzîdyatî û ol û çanda xwe li ser axa xwe diparêzin.”
Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Helbet ev pêkvejiyana ku tabloyeke ciwan daye Kurdistanê gerentiya mane û pêşkeftina zêdetir a Herêma Kurdistanê ye, lewma dive em pêkve kar bikin û hewl bidin ku êzîdî li navçeyên xwe nasname û çand û ola xwe biparêzin. Emê her wisa pêkve bin û pêkve bimînin.”
Di merasîma veşartina şehîdên êzîdî de, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan Mehmûd Salih, şandeke Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, mamostayên ayînî yên îslamî û mesîhî, gellek rayedarên din ên Başûrê Kurdistanê beşdar bûne




