26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

DAIŞ 100 termên xwe vegerand Mûsilê

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Rêxistina terorîstî ya DAIŞê 10 termên çekdarên xwe ji eniyên şer vegerandiye Mûsilê. Herwiha navendeke wan rastî êrişekê hat, emîrek û çend terorîst hatin kuştin.

Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarê rêxistina terorîstî ya DAIŞê 10 termên çekdarên xwe ji eniyên şer vegerandiye Mûsilê, ku her 100 li Rumadî û eniyên Rojavayê Dîcle û Şingal û Başîk hatine kuştin.”

Seîd Memozînî wiha got: “Herwiha îro çend çekdarên nenaskirî çûne navvçeya Resûlcade ya Mûsilê û êrişî navendeke DAIŞê kirine û emîreke wan bi nave Amir Sûdan û 3 terorîstên din kutine.”
 

Nûçeyên têkildar