25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balafiran bi giranî li DAIŞê dan..Gellek çekdar kuştine

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çend cih û navendên DAIŞê li Başîk dan ber bombeyan. Herwiha li Herdanê jî li ciheke DAIŞê dane û gellek çekdarên wan kuştine.

Cîgirê Serperiştiyarê Şerê Başîk ê Hêzên Pêşmerge, Necim Ebdulah Qado ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê nîvro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çend cih û navendên DAIŞê li gundê Têsxirab ê Başîkê dan ber bombeyan û 2 otomobîlên wan teqandin.”

Necim Ebdulah Qado wiha got: “Li gorî agahiyan jibilî têkçûna çend navendên wan çekdaran û teqandina 2 otomobîlên wan, zêdetirî 6 çekdarên DAIŞê jî kuştin.
Nahiyeya Başîk 22 km li rojhilatê bajarê Mûsilê ye.”

Ji aliyekî din ve, Efserê Betalyona 3 ya Lîwaya 12 ya Hêza Bejayî ya Hêzên Pêşmerhe Raîd Bedirxan Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarê piştî ku Hêzên Pêşmerge li cihên DAIŞê topbaran kirin, di cih de balafirên hevpeymaniyê hatin û navendên DAIŞê li gundê Tel Şor li eniya Herdanê dan ber bombeyan.”

Raîd Bedirxan Zêbarî wiha got: “Li gorî agahiyên hûr ên Hêzên Pêşmerge, di encama wan lêdanan de, ew navenda DAIŞê hat wêrankirin û çekdarên ku tê de bûn hemû hatin kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar