26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsula Polonya: Bila naçe ji ezmpna Herêma Kurdistanê bêr bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Her yek ji Hêmin Hewramî û Koonsula Polonya tekez li ser ezmûna demokrasiyê û pêkvejiyanê kirin û Konsula Polonya got ku, bila naçe ji ezmpna Herêma Kurdistanê fêr bibe.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî pêşwazî li Konsula Polonya li Hewlêrê Rênata Tşçînska kir.

Di wê hevdîtinê de, Hewramî rola Polonya bilind nirxand di pêwendiyên dîrokî ligel gelê kurd.

Herwiha Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê ronahî xist ser wê rola ku Rênata Tşçînska di dema karê wê wek Konsula welatê xwe li Herêma Kurdistanê.

Konsula Polonya jî behsa ezmûna Herêma Kurdistanê di pêkvejiyan û demokrasiyê de kir ku hêvî xwest welatên navçeyê sûd ji ezmûna wê werbigirin û jê fêr bibin. Herwiha soza pêşxistina pêwendiyên hevbeş di navbera herdu aliyan de da.
 

Nûçeyên têkildar