PDK û Yekgirtû ligel sazan û lihevkirina siyasî ne

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê PDKê pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de herdu alî li ser gihîştin bi çareseriyeke siyasî li ser bingeha sazan û lihevkirina niştimanî derbarê yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê yeknêrîn bûn, bi awayekî ku di berjewendiya gel û Herêma Kurdistanê de be.
Îro danê êvarê Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê PDKê pêşwazî li mamoste Mihemed Ferec Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, herdu alî li ser gihîştin bi çareseriyeke siyasî li ser bingeha sazan û lihevkirina niştimanî derbarê yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê yeknêrîn bûn, bi awayekî ku di berjewendiya gel û Herêma Kurdistanê de be.
Her div ê civînê de, şanda PDKê tekez kir ew ligel sazana siyasî ne, ji ber ew pirs pirsên çarenivîsaz in û jibilî rêkeftinê di navbera aliyên siyasî de yên Kurdistanê de li ser vê pirsê, ti rêyeke din bo çareserkirinê tune ye, bi taybetî ku niha rewşa Iraq û navçeyê bi awayekî giştî di qonaxeke pir dijwar de derbas dibe û hêj gefa terorîstan li ser Herêma Kurdistanê heye û Kurdistan di kirîzeke aborî giran de ye û ev hemû dibin sedem ku nabe rewşa welatiyan girantir bibe, lê belê bi jiyana xwe rabin û bilez pirsgirêk çareser bibin.




