25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Eniya Tirkmenî: Hêvîdarin aliyên din jî wek PDK xwedan helwest bin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Piştî ku duh frakesyona PDK li Parlementoya Kurdistanê piştgiriya xwe bo mafê pêkhateyan di komîteya amadekirina destûrê anîbû ziman, serokê frakesyona Eniya Tirkmenî got: “Em vê helwestê bilind dinirxînin û hêvîdarin ku aliyên din jî xwedan helwest bin, bi teybetî YNK û Gorran.”

Aydin Meirûf di daxuyeniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, piştî ku di komîteya amadekirina destûrê de mafê me berçav nehat girtin û ji em ji civînê vekişiyan, îro careke din herdu pêkhateyên Xirîstî û Tirkmen neçûn civînê û rijdin li ser wê yekê ku mafê wan di destûrê de gerentî be.

Aydin balkişande ser helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê ji mafên pêkhateyan û got: “Em wê piştgiriyê bilind dinrxînin, hêvîdarin ku aliyên din bi taybetî Gorran û YNK jî xwedan helwest bin, ji ber ku ev ne arîşeyeke siyasî ye lêbelê yasayî û destûrî ye, lewma pêwîst e di destûrê de mafên me bên gerentîkirin.”

Nûçeyên têkildar