Komîteya amadekirina destûrê daxwazên pêkhateyan çareser dike

KDP.info-Hewlêr- Endemakî frakesyona zer do komîteya amadekirina reşnivîsa destûrê de ragehand ku, di rûniştina îro ya komîteyê de, wê daxwazên pêkhateyên Herêma Kurdistanê bên çareserkirin.
Firset Sofî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, komîteya amadekirina reşnivîsa destûrê îro civînên xwe berdewam dike, me ji pêkhateyan re jî gotiye ku daxwazên xwe pêşkeş bikin, daku berçav werin girtin.
Sofî got j: “Her arîşeyek hebe, dê îro çareseryek jê re were danîn.”
Duh Duşemê pêkhateyên Xirîstî Tikrmenî ragehandin ku, eger heta îro Sêşemê komîtey amadekirina reşnivîsa destûrê bersiva wan nede, dê ji komîteyê vekişin û itîrafê bi wê destûrê jî nakin.




