Fraksiyona PDK: Divê maf û hebûna pêkhatan di nava Destûra Kurdistanê de were diyarkirin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Fraksiyona PDKê di Parlamenoya Kurdistanê ragihand ku, ew piştgiriyê li helwesta pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin û ji bo wan pir dilgiran in, ku divê maf û hebûna pêkhatan di nava Destûra Kurdistanê de were diyarkirin.
Mihemed Elî Yasîn Berdevkê Fraksiyona PDKê di Parlamenoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi piştrastî em piştgiriyê li helwesta wan pêkhateyan dikin û em gellekî ji bo wan dilgiran in. Aliyên din fêm nakin ku ciwaniya vê herêmê bi vê fireneteweyî û fireoliyê û pêkvejiyanê ye. Mixabin ew alî nizanin ku divê em rêzê li nêrîn û hebûna van pêkhateyan bigirin.”
Berdevkê Fraksiyona PDKê wiha got: “Em wek PDKê di lêjneya destûr de ligel wan pêkhateyan hevnêrîn in, ku divê maf û hebûna wan di destûr de were parastin, û ew jî dizanin ku tenê PDKê li pişta wan e.”
Îro aliyên tirkman û mesîhî ragihadnin ku, “heta sibe eger bersiva wan neyê dan û mafê wan di nava Destûra Kurdistanê de neyê pesendkirin, dê nûnerên xwe ji nava komîteya amadekirina destûr vekişînin.”




