Mistefa: Em piştgiriya agirbesta PKK û Tirkiyeyê dikin..Bila herêm berdela wî şerî nede

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, ew aloziya di navbera PKK û Enqere de heye, pirgirêkeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye û Herêma Kurdistanê naxwaze berdêla wê bide.
Felah Mistefa di çavpêkeftinekê de ligel CNN de ragihand: “Em naxwazin Herêma Kurdistanê berdêla wê aloziyê bidin, ji ber ku ev ne pirsgirêka me ye, lê belê nakokiyeke siyasî û leşkerî dûr û dirêz e û bi dehan sal e ku dirêj dike, herwiha me dît ku ew pirsgirêk bi rêya leşkerî çareser nabe, helbet em di wê baweriyê de ku baştirîn rê westandina şer e û pêbendiya bi pêvajoya aştiyê ye.”
Felah Mistefa wiha domand: “Derbarê guhertinên dawî bi tevlîbna Tirkiyeyê di şerê li dijî DAIŞê de, ew pêngav pir girîng e, lê di heman demê de, lê di heman demê de em rastî pirsgirêkeke din bûne ku girêdana bi hev e ya DAIŞ û PPKê, helbet operasyonên balafirên Tirkiyeyê pirsgirêkek li Baûrê Kurdistanê çêkirine, di dema ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi aramî û asayişê heye, lewma em dibînin ku riya çareseriyê verger e bo ser agirbestê ye û piştre veger bo ser pêvajoya aştî û çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê ku di berjewendiya Tirkiyeyê û PKKê de ye, herwiha di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye jî.”
Derbarê çûna Tirkiyeyê bo nav hevpeymaniya navdewletî, Mistefa ragihand: “Ew pêngav erênî ye û dê bandoreke pir mezin li ser şerê li dijî DAIŞê bike, ji ber ku sînorekî wê yê dirêj bi Iraq û Sûriyê re ye.”




