Lêkolînek derbarê pirsa Serokatiya Kurdistanê: Divê gel biryarê bide

Hewlêr-KDP.info- Li gorî encamên lêkolîna Enîstîtoya Lêkolînan a Niştimanî derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û pêşeroja herêmê, divê xelk biryarê bidin. Wê lêkolînê bi zelalî diyar kiriye ku ezmûna piştî 23ê Hezîranê tekez kiriye ku saykolojiya hinek partiyên ber bi aloziyê diçe, heta wê redeye ku nikaribin bigihên rêkeftinê û tifaqeke niştimanî, lewma pêwîst e welatî serpişk bibin bo biryardanê li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê.
Think thank Enîstîtoya Lêkolînan a Niştimanî ya taybet bi diyarkirina berjewendî û lêkolînan derbarê pirsên niştimanî û setratejîk li Herêma Kurdistanê, encama lêkolîna xwe li ser rewşa siyasî ya niha li herêmê wiha nîşan da:
Li gorî lêkolîna saykolojî ya siyasî, cihê serkirdeyê ruhî, hêzeke bi bandor e bo man û şikomenda her neteweyekê, herwiha li gorî ferhenga siyasî û paşxana siyasî ya her neteweyekê jî li cîhanê, serkirdeyên nexşeya dîrokî û siyasî tînin goranê û berevpêşçûnê, ji bere diyar e gellek hevkêşeyên siyasî hene ku ketina serkirdeyên lêhatî hevseng dibin, herwiha di rewşa nebûnê de jî hemû hevkêşeyek laseng dibe.
Di di wê lêkolînê de hatiye ku ligorî kodeyên saykolojiya siyasî derketiye ku kesayetî helkeftê serkirde pir cihê giringiyê ye.
Li gorî encamên lêkolîna Enîstîtoya Lêkolînan a Niştimanî derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û pêşeroja herêmê, divê xelk biryarê bidin. Wê lêkolînê bi zelalî diyar kiriye ku ezmûna piştî 23ê Hezîranê tekez kiriye ku saykolojiya hinek partiyên ber bi aloziyê diçe, heta wê redeye ku nikaribin bigihên rêkeftinê û tifaqeke niştimanî, lewma pêwîst e welatî serpişk bibin bo biryardanê li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê.




