Zêrevanî û balafiran bi hevre li DAIŞê dan
__2015_08_11_h21m43s31__LB.jpg)
Rojavayê Dîcle-KDP.info- Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî bi hevahengî ligel balfirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li navendek û ciheke cihên giran ên DAIŞê li gundê Aşiq dan û ew cih wêran kirin.
Saet 5:50ê vê êvarê Hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî li eniya Rojavayê Dîcle û li gundê Aşiq li hember durêya Keskê navendek û cihekî çekên giran ê çekdarên DAIŞê dan ber topan û piştre balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî ew dan ber bombeyan.
Li gorî wan agahiyên ku ketine destê fermandehiya PêşmergeyênZêrevanî, di encama wê bombebaranê de ew cihên DAIŞê bi temamî hatin wêrankirin û zerer û gellek ziyan gehandine çekdarên DAIŞê.




