26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mam Rostem: Maseya gotûbêjan pir baştir e ji şerên pirojeyan û axaftinê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê berê yê Tevgera Goranê Mam Rostem ragihand ku bo çareserkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê maseya gotûbêjan pir baştir e ji şerê pirojeyan û şerê gotinan bi taybetî di vî dema şerê DAIŞê de.

Mam Rostem Berpirsê berê yê Tevgera Goranê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bo çareserkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê maseya gotûbêjan pir baştir e ji şerê pirojeyan û şerê gotinan bi taybetî di vî dema şerê DAIŞê de. Lewma divê çareyeke bi aramî ji vê pirsê  re were dîtin.”

Wî berpirsê berê yê Goranê ragihand: “Eger aliyên siyasî lihev bikin û piştre bişçin parlamentoyê dê tiştekî pir baş be. Bi nêrîna min gerek berpirsên yekem ên partiyên siyasî ligel çend kesekî pispor bicivin û çareyeke baş bibînin.”

Mam Rostem wiha got: “Avêtina gavan bi aliyê serxwebûnê de di nava van kirîzan de nabe, divê di serî de em pirsgirêkên xwe çareser bikin û bikin yek.”


 

Nûçeyên têkildar