Şanda Amerîka: Em pişta helwestên Serok Barzanî digirin..Aramiya Kurdistanê pir girîng e

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka kir û di wê hevdîtinê de şanda Amerîka ragihand ku, ew pişta helwesta Serok Barzanî digirin, herwiha da zanîn ku aramiya Herêma Kurdistanê li cem wan pir girîng e.
Roja sêşem 11.08.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka û Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Serok Obama ya Hevpeymaniya Navdewletiya dijî DAIŞ û şandekî li gel kir ku ji hejmarek dîplomatkarê Wezareta Derve û Fermandeyê Serbazî yê artêşa Amerîka pêkhatibû.
Di hevdîtinê de behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan kirin û rewşa bereyên şer li parêzgeha Enbar û navçeyên dinê Iraqê û proseya azadkirina Musil û rêyên şikest pêanîna terorîstên DAIŞ hate nirxandin.
Di derbarê rewşa navxoya Herêma Kurdistanê şanda mîhvan ji bilî balkişandina rola erênî ya Herêma Kurdistanê li guhertinên navçeyê da tekez jî li wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka girîngiyeke xwe ya taybetî heye.
Di beşekî dinê vê kombûnê da guhertinên dawî û pêşhatên siyasiyên navçeyê û her wiha çawayiya rûbirûbûna terorîstên DAIŞ li Sûriye û rêkkeftina Amerîka û Tirkiye li ser beşdariya Tirkiye li şerê dijî DAIŞ, xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser hevkarî û beşdariya hemû aliyan kirin.
Di beşekî dinê vê hevdîtinê de aloziyên vê dawiyê ya di navbera Tirkiye û PKK xistin ber behs û şanda Amerîka piştevaniya xwe ji bo helwesta Serok Barzanî li vî derbarî de xisterû û tekez kirin ku ew li wê baweriyê dane ku her dû alî vegerin ser mêza danustandinê.
Her di vê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li berdewamiya yarmetîdan û hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û ragihand ku piştgîriya Amerîka û hevpeymanan ji bo Pêşmerge berdewam dibe. Her wiha şanda mîhvan hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka bi mînak û serkeftî wesif kirin û palpiştiya Serok Barzanî ya ji bo lîjneyên hemahengiyê bilind nirxand.




