25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Mihemed: Serok Barzanî bi hemû desthilatên xwe dê heta çareserkirinê bimîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) red dike ku piştî 20ê Tebaxê ku roja dawî ya serokatiya Serok Barzanî ye, desthilat radestî serokê parlamentoyê were kirin û dibêje, Serok Barzanî dê bi hemû desthilatên xwe heta çareserkirina vê pirsê bimîne serok.

PDKê bi serokatiya Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Partiya Komonîst îro li Hewlêrê derbarê çend pirsên girîng mîna Serokatiya Herêma Kurdistanê civiyan.

Piştî civînê Endamê Polîtburoya Partiya Komonîst Kawe Mihemed û endamê şanda PDK Mehmûd Mihemed konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin û nêrîna xwe li ser pirsa Destûra Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê nîşan dan.

Di bersiva pirsyareke Rûdawê de, ku Tevgera Goranê dibêje piştî 20ê Tebaxê desthilatên serokê Herêma Kurdistanê dê radestî serokê parlamentoyê werin kirin, Mehmûd Mihemed ragihand: “Em hemû hewlên xwe didin ku beriya wê demê vê pirsê çareser bikin, lê di rewşeke wisa de pisporên qanûnî dibêjin di vê rewşê de valahiyek dirust nabe, ji ber ku hilbijartin nehatine kirin.”

Mihemed wiha got: “Li gorî qanûnê, hatiye diyarkirin ku, eger valahiyek di kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê de çêbû, wê demê hemû desthilatên serok bo serokê parlamentoyê tên veguhestin, lê niha Barzanî dê ni hemû desthilatên xwe bimîne serok heta ev pirs çareser bibe.”

Wî endamê polîtburoya PDKê amaje bi wê yekê kir ku, pêwîst e ev pirs bi tifaq û gotûbêjan were çareserkirin û wiha got: “Ev ne pirsa 1 partî yan 2 partiya ne, pirsek e girêdayî hemû gelê Kurdistanê, divê hemû aliyên siyasî gotina xwe li ser bidin, lewma me serdana partiya Komonîst kir.”

Mehmûd Mihemed derbarê sîstema hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê, ku ji parlamentoyê be ya ji aliyê xelkê ve be, ragihand: “Bila xelk biryarê bidin bi rêya referandumê, ku serok çawa bê hilbijartin. Xelk ji biryarê bidin emê girêdayî wê bin.”

Ji aliyê xwe ve, Endamê Polîtburoya Partiya Komonîst, Kawe Mihemed ragihand: “Me ji meha Hezîranê de pêşniyar kiriye ku derbarê vê pirsê rapirsî were lidarxistin û xelk biryarê bide. Em ligel tifaqa giştî ne.”

 

Nûçeyên têkildar