Metranê Kildaniyan: Mana Serok Barzanî gelek girîng e

KDP.info-Dihok- Metranê Kildaniyan li Dihokê ragehand ku, qonaxa niha li Herêma Kurdistanê gelek hestiyar û girîng e, pêwîstiya wê bi yekdengî û yekhelwestiyê heye.
Metran Reban Elqes ji KDP.info re got ku, mana Serok Barzanî di posta Serokê Herêma Kurdistanê de li vê demê gelek pêwîst e, ji ber ku xwedan şiyan û ezmûn e di rêvebirin û derbaskirina krîza ku îro li Herêma Kurdistanê qewimî ye, lewma divê hemû alî berjewendiyên xwe yên teng danin aliyekî û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê berçav bigrin.
Metran Reban amaje kir jî ku, niha cîhanê hemû behsa rol û bandor û şiyanên Serok Barzanî dikin û wî nas dikin, lewma pêwîste di posta Serokê Herêma Kurdistanê de bimîne.
Derbarê pêwîstiye mana Serok Barzanî jî, Metran Reban Çerçil û Dîgol wek nimûne tîne û dibêje, her wek di serdema cenga yekem û duyem ya cîhanê, ji ber ku berjewendiya bilind a welat hat berçavgirtin, Brîtanya dubare Çerçil hilnijart û Fransayê jî Şarl Dîgol dubare bû serok.




