Kerkûkî: Pêşmergeyan veşargeheke çekan a DAIŞê teqandin

KDP.info- Kerkûkî- Berpirsê eniya Kerkûk-Dubiz ragehand ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêgehên DAIŞê bi tundî topbaran kirin.
Kema Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, şeva borî li gundên Seyid Xelef, Kuwaz Areb, Kuwaz Kurd, Komlegeha Mensûriye û Gobiye, Rubêe û Botmeyê, terorîstên DAIŞê muşek û gule arasteyî pêgehên Pêşmergeyan kirin, lê bi tundî bersiva wan hat dayîn.
Kerkûkî diyar kir ku, ji encama bersivdayîna Pêşmergeyan, veşargeha çek û teqemeniyên DAIŞê li gundê Sede teqiya, ziyaneke mirovî ya mezin jî gehişte terorîstan.




