26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo navbeynkariya Tirkiye û PKKê amadene

Çavkanî: KDP.info

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya BBC pêşniyar kir ku amadeye di navbera Tirkiye û PKKê de bibin navbeynkar.

Nêçîrvan Barzanî ji beşa Farsî ya BBC re axivî û ji bo çareseriya pirsa kurd li Bakûrê Kurdistanê tekez kir ku divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên sererastkirin û wiha got: “Ger Tirkiye bi rastî dixwaze pirsa PKKê çareser bike, divê bi PKK û heta bi serokê wê Ocalan re hevdîtinan bike.”


Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê jî ev pêşniyar kir; “Ya herî girîng divê niha agirbestek di navbera hukûmet û PKK-ê de bê kirin. Ya duwem, divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin. Piştre jî, ji bo PKK çekan deyne, divê diyalogeke ji dil bê kirin

Nûçeyên têkildar