Monomênta şehîdên Mexmûrê hat vekirin

Mexmûr-KDP.info- Di merasîmekê de, îro Duşemê li Mexmûrê monomênta şehîdên wî bajarokî hat vekirin ku sembola 165 şehîdên ku par li wir şehîd ketine.
Ebdulah Tayer Mihemed Berpirsê Navçeya Mexmûrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji malpera KDP.info re ragihand: “Di merasîmeke hejî de bi amadebûna nûnerê Serok Barzanî û şêx Sîrwan Barzanî û berpirsên hizbî û fermandarên Pêşmerge û kes û karên şehîdên serbilind, monomênta şehîdan li bajarokê Mexmûrê hat vekirin.”
Berpirsê navçeya Mexmûrê ya PDKê wiha got: “Monomênt di çarçoveya dîbegê de hatiye danîn û yadgariya wan 165 şehîdan e ku xwe kirine qurbanî axa welaê xwe li dijî terorîstên DAIŞê.”




