26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komîteya parlamentoyê: Di dema bombebaranê de PKK xwe di nava xelkê de vedişêre

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Serokê Komîteya Asayiş û Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, sibe komîteya lêkolînê li ser bombebarana Tirkiyeyê kom dibe û tê de ewê rapora xwe derbarê lêkolînan amade bikin û pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bikin.

Nazim Herkî Alîkarê Serokê Komîteya Asayiş û Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hefteya borî me komîteyek bo ser 3 tîman dabeş kir û wan tîman serdana cihên ku balafirên Tirkiyeyê bombebaran kirin û hersê tîman zanyarî derbarê wê bombebaranê û ziyanên ku gihîştine wê navçeyê komkirin û biryar e sibe komîteya lêkolînê li ser bombebarana Tirkiyeyê kom dibe û tê de ewê rapora xwe derbarê lêkolînan amade bikin û pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bikin.”

Herkî wiha got: “Piştî ku em rapora xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bikin, wê demê eger pêwîst be, ewê demekê ji kombûneke neasayî derbarê wê raporê diyar bikin.”

Nazim Herkî wiha domand: “Di dema serdana xwe de, ku me serdana Zaxo û Amêdiyê kir, ji me re derket ku baregehên PKKê nêzîkî gundan in û di dema bombebarana balafirên Tirkiyeyê de xwe di nava xelkê de vedişêrin, lewma ziyan digihê sivîlan û gndan.”

Wî parlamenterî ragihand: “Me di rapora xwe amaje bi teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê daye, ji ber ku wan bi eşkere teqandina wê li xwe girtine.”
 

Nûçeyên têkildar